Kayıtlar

DAYÊ etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

DAYÊ

Resim
Dayê - HELBEST Jiyana dilê min dayê   Bê te sebramin qet nayê Welat berdam ketime rêya Şev û rojê dikevim tayê Birîna dilê min pir kûre Rêya Zîlan gellek dûre Zimanê min qut dimîne Carna dike zûre zûre Payîz çû havîn dûre Zivistan li hêsîra zore Gava mirov dûr dikeve Cemed digire hawerdore Dikim gazî dengê min nayê Ez çi bikim ji vê hewayê Ji çavên te ez dûr ketim Dikim nakim xhewam nayê Hewar dayê ev çi ware Ne rojeke ne yek care Li mazlûma rê digire Ji xayina re wek yare Carna dikevim pir bê halim Li wir xortbûm li vir kalim Li derê xelkê li ser rêya Pêxwas mame bê şekalim Ezê bêm wan çol û çiya Bigherim li nav gund û giya Bi destê dayika xwe bigirim Emê herin nav zevîya Ev dilêmin bes naliya Hendik maye bikeve rêya Gava hesret ser hilbide Ew narêne li behr û çiya Ne tirs dayê ezê werim Li wî warî ezê vegerim Bi gul û sosinên çiya Lider û dora te bigerim Lê lê dayê roj li min tenge...