DAYÊ

Dayê - HELBEST

Jiyana dilê min dayê 
Bê te sebramin qet nayê
Welat berdam ketime rêya
Şev û rojê dikevim tayê


Birîna dilê min pir kûre
Rêya Zîlan gellek dûre
Zimanê min qut dimîne
Carna dike zûre zûre

Payîz çû havîn dûre
Zivistan li hêsîra zore
Gava mirov dûr dikeve
Cemed digire hawerdore

Dikim gazî dengê min nayê
Ez çi bikim ji vê hewayê
Ji çavên te ez dûr ketim
Dikim nakim xhewam nayê

Hewar dayê ev çi ware
Ne rojeke ne yek care
Li mazlûma rê digire
Ji xayina re wek yare

Carna dikevim pir bê halim
Li wir xortbûm li vir kalim
Li derê xelkê li ser rêya
Pêxwas mame bê şekalim

Ezê bêm wan çol û çiya
Bigherim li nav gund û giya
Bi destê dayika xwe bigirim
Emê herin nav zevîya

Ev dilêmin bes naliya
Hendik maye bikeve rêya
Gava hesret ser hilbide
Ew narêne li behr û çiya

Ne tirs dayê ezê werim
Li wî warî ezê vegerim
Bi gul û sosinên çiya
Lider û dora te bigerim

Lê lê dayê roj li min tenge
Havîn çû payîz bê denge
Şahîya dilêmin qediya
Hatina min ne derenge

M. Selami DEMİR

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Binance TR Ağ hatası çözümü

Taare Zameen Par - Yerdeki Yıldızlar Film Eleştirisi

Mahsun Kırmızıgül'den Elma Kokusu Filmi